Firokeyên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan
Qaymeqamê Pişder Bekir Bayîz ji BasNewsê re got, îro derdora saet 09:30, çend firokeyên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê, li bintara Qendîl bi taybet li gundê Bêpalan yê Sengeserê dan.
Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan.
