• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Tirkiyê di heftiyekê 337 pêketiyên Coronayê cane xwe ji dest dan

Gulan Media August 7, 2022 Nûçe
Li Tirkiyê di heftiyekê 337 pêketiyên Coronayê cane xwe ji dest dan

Wezareta Tendirûstî ya Tirkiye ragihand ku di navbera 25ê Temûzê û 1ê Tebaxê  de li Bakurê Kurdistan û Tirkiye  406 hezar û 322 kes bi virûsa Coronayê ketine û 337 kesan jî bi wê virûsê cane  xwe ji dest dane. Li gor amarên nû di wê heftiyê de hejmara pêketiyên Coronayê 40 hezar 898 kes zêde bûye.

Li Bakurê Kurdidtan û Tirkiye piştî sistkirina rêkarên virûsa Coronayê û bi taybet jî nemana girêdana maskeyan di veguastina giştî û cihên qelebalix de roj ji roj hejmara pêketiyên wê virûsê zêde dibin.

Wezareta Tendirûstî ya Tirkiye piştî belavbûna Coronayê rojane amarên pêketiyan û canjidestdanan belav dikirin, lê ev demeke wan amaran heftiyane belav dike.

Li gor amarên dawî yên wezareta navborî ji 25ê Temûza 2022ê heta 1ê Tebaxa heman salê li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pişkînîa Coronayê ya 406 hezar û 322 k kesan pozîtîf derketiye û 337 kesan jî bi wê virûsê cane xwe ji dest dane.

Ev di demekê de ye heftiya borî hejmara pêketiyên Coronayê 365 hezar 424 bû. Wate di heftiyekê de hejmara pêketiyan 40  hezar 898 kes zêde bûye.

Ji 11ê Adara 2020ê ve li Bakurê Kurdistan û Tirkiye16 milyon û 295 hezar û 817 kes bi virûsa Coronayê ketine û 99 hezar  678 kesan jî  bi wê virûsê canê  xwe ji dest dane.

Heta niha di poseya Coronayê de li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 151 milyon  û 114 hezar 930 doz vakîsînên Coronayê  li ser welatiyan hatine dabeşkirin.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên Riha, Sêrt, Êlih, Amed, Çewlig, Mûş, Mêrdîn, Agirî, Bedlîs û Xarpêt  ji wan parêzgehan in ku rêjeya wergirtina vaksînê herî kêm li wan parêzgehan e.

 

Rudaw

Top