• Sunday, 22 February 2026
logo

Salim Şebek: 4 hezar û 500 malbatên kurdên şebek li Herêma Kurdistanê koçber in

Gulan Media August 7, 2022 Nûçe
Salim Şebek: 4 hezar û 500 malbatên kurdên şebek li Herêma Kurdistanê koçber in

Nûnerê berê yê kurdên Şebek li Parlamentoya Iraqê ragehand, 4 hezar û 500 malbatên kurdên Şebek li Herêma Kurdistanê koçber in û nevegeryane ser cîhên xwe yên li deşta Nînowa û dibêje, dosya ewlehiya Deşta Nînowa di dest Heşdî Şeibî de ye.

Nûnerê berê yê kurdên Şebek li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek îro 06.08.2022yê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nêzîkî 4 hezar û 500 malbatên kurdên Şebek li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê koçber in. Bi taybet li Şêxan, Duhok, Berdereş, Kelek û Silêmanî û çend cîheke din jî koçber in. Beşeke berçav ên kurdên Şebek ji ber rewşa ewlehiya aram a Herêma Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û naha wisa lê hatiye ewên ku ji navçeyên me ne, em jê qutbûne.’’

Herwaha got: ‘’Cîhê kurdên Şebek li Deşta Nînowa, bi taybet li sînorê Beşîqe ye û ewên ku li Herêma Kurdistanê ne, ji ber hin sedeman navegerin, bi taybet ji ber rewşa ewlehiyê û li Herêma Kurdistanê aram û rihet in.’’

Salim Şebek got: Heşdî Şeibî li navçeyên şebekan e û navçe ji aliyê ewlehiyê ve di dest wan de ye û li beşekî navçeyê jî proseya ereb kirinê birêve diçe.’’

 

Basnews

Top