Wezîrê frensî: Erdogan lîstika polîtîk dilîze
Li gor nûçeya Euronewsê Le Drian ji televizyoneke frensî re li ser pirsa îdiayên tomarên deng ên kuştina Kaşikcî ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê re hatine şandin wiha axivî: "Ti agahiya min li ser dayîna tomarên deng nîne. Heger Serokomarê Tirkiyê bixwaze hin agahiyan bide, divê wan bide.”
Le Drian herwiha got, "Ev tê wê maneyê ku di nav van şertan de lîstikeke Erdogan a bilîze heye.”
