• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li zanayê olî û kesayeta navdar a parêzgeha Duhokê kir

Gulan Media August 7, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li zanayê olî û kesayeta navdar a parêzgeha Duhokê kir

Duh 06.08.2022yê Serok Barzanî pêşwazî li zanayê olî û kesayeta navdar a parêzgeha Duhokê kir.

Mela Tehsîn Îbrahîm Doskî yek ji zanayên ola îslamî û kesayeta navdar a parêzgeha Duhokê îro ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Çavkaniyekî nêzîk li Mela Tehsîn Îbrahîm Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serdana îro ya Mela Tehsîn Îbrahîm Doskî ya ji bo gel Serok Barzanî bi armanca wergêra pirtûka cenabê Serok Barzanî ya bi navê ‘’Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd’’  bo zimanê erebî bûye.’’

Mela Tehsîn Îbrahîm Doskî yek ji zanayên ola îslamî û kesayetekî navdar a parêzgeha Duhokê ye.

 

Basnews

Top