• Sunday, 22 February 2026
logo

Qamişlo.. Hejmara qurbaniyên êrîşa drona Tirkiyê zêde bû

Gulan Media August 7, 2022 Nûçe
Qamişlo.. Hejmara qurbaniyên êrîşa drona Tirkiyê zêde bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) diyar kir, di encama êrîşa droneke Tirkiyê de, 4 kes li bajarê Qamişlo hatin kuştin ku ji nava wan de 2 zarok bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, droneke Tirkiyê otomobîlek li taxa Pîşesazî ya Qamişlo kir armanc û di encamê de 4 kes hatin kuştin, di nava wan de 2 zarok hene. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn û rewşa wan giran e.

Di daxuyaniya xwe de hat gotin jî, di encama êrîşê de ziyanên madî yên mezin gihîştin otomobîl û dikanên li taxa Pîşesazî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir jî, lêkolînên wan ji bo naskirina nasnameya kuştiyan de berdewam in û got: “Ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên li ser sivîlan tên kirin, ji encama bêdengiya navdewletî li hemberî van binpêkirinên ku ewlehî û aramiya herêmên me dike armanc e.”

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

 

 

K24

Top