• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Mêrdînê dest bi operasyoneke nû kir

Gulan Media August 7, 2022 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Mêrdînê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiye li Çiyayê Bagokê yê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dijê gerilayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi nave Eren-Dorpêç 31 kir ku 528 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 44 tîmên cuda têde beşdar in.

Operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi hinceta hebûna gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin û rojane li navçe û parêzgehên cuda dest bi operasyonên nû dike.

Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, Artêşa wî welatî îro 7ê Tebaxa 2022ê li parêzgeha Mêrdînê dest bi operasyona bi nave Eren-Dorpêç31 kiriye 528 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 44 tîmên cuda têde beşdarin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku operasyon li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê li dijî gerilayên PKKê hatiye destpêkirin û tekezî li berdewamiya operasyonên din jî hatiye kirin.

Zincîre operasyonên Artêşa Tirkiyê yên  bi navên cuda ji sala 2017ê ve  li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî tên kirin. Artêşa Tirkiye  ev derdora 9  meh in  bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê dest bi zîncîre operasyonên xwe yên nû kiriye  û ew operasyon   berdewam in.

 

Rudaw

Top