Rufatên 5 Pasdaran ji Sûriyê vegerandin Îranê
Li Meydana Îmam Huseyîn a Tehrana paytexta Îranê, bi hezaran ji xelkê Îranê di rêûresmên oxirkirina 5 efserên Hêzên Pasdaran de beşdar dibin, bi sloganên "Bimire Amerîka, bimire îsraîl" bang dikin.
5 efserênÎ Îranî ku li gundê Xan Toman a 15 kîlometran li başûrê Helebê hatibû kuştin û li wir hatibûn binaxkirin, yek ji wan general Ebdellah Eskerî ye, ku bi generalê bê serî tê naskirin, ew di Gulana 2014an de li ser destê grûpên opozisyona Sûriyê hatibû serjêkirin.
Piştî çêkirina testa DNA ji van terman re, nasnameya wan hatibû eşkerekirin, ku Ceneral Ebdellah Eskerî, Ceneral Rehîm Kabilî, Mistefa Taş Mûsa, Mihemed Emîn Krêmiyan û Ebbas Asmiye ne.
Welatî Abûlfezil Xulam Huseynî got " Ev şehîd ji me re dibêjin divê em li dijî sîtem û gawiran berxwedanê bikin , wek çawa Îmam Huseyn li dijî sîtemê rawestiya û serê xwe kir qurbanî û şehîd bû. Wî û malbata xwe jiyana xwe kirin qurbanî Îsalmê. Divê em wek wan berxwedanê bikin."
Ji despêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di 2011an de derdora 10 hezar çekdarên nêzîkî Îranê ji bo pştevaniya hêzên hikûmetê bikin çûn Sûriyê. Heta niha derdora 2000 ji wan hatine kuştin, ku 13 ji wan bi pileya general bûn. Ev hêz ji Hêzên Pasdaran, Lîwaa Fatimiyûn, Zênebiyûn, Lîwaa Baqir, Hizbullaha Lubnanç û Iraqî pêk tên.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pasdarên Îranê Ceneral Huseyn Selamî di rêûresman de behsa cezayên ser Îranê kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pasdarên Îranê Ceneral Huseyn Selamî "Hemû rêyên şerê leşkerî li dijî Îranê hatine girtin. Dijmin êdî bê hêz maye ku fişarê bixe ser Îranê, Xelkê Îranê ceza avêtin pêşt xwe. Pirsgirêkên îro li cem me ne ji ber cezayan in, ewê bên çareserkirin, îro pirsgirêkên aborî li cîhanê bi tevahî hene."
Kesên beşdar bi alayên sor ên Aşûraa beşdarî rêûresmên oxirkirina van terman bûn, ku hevdem bû li gel helkefta derbasbûna 700 sal bi ser kuştina Îmam Husên re ku kesayetiyeke pîroz e li cem Şî`eyan.
Rudaw
