Li Zap-Avaşînê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Li Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê çawîşê pispor ê bi navê Reşat Ergin hatiye kuştin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrişa li binkeheke ya li herêma operasyonê de Ergin birîndar bûye û rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê miriye.
Rudaw
