• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsya: Me li Sûriyê hêzeke ser bi Amerîkayê ve bombebaran kir

Gulan Media August 6, 2022 Nûçe
Rûsya: Me li Sûriyê hêzeke ser bi Amerîkayê ve bombebaran kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku firokeyên şer ên wî welatî komek çekdar li Sûriyê ku ji aliyê endamên hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê ve hatibûn perwerdekirin, bombebaran kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, “Roja 4'ê Tebaxê, firokeyên şer ên Rûsyayê piştî operasyonên keşfê û lêkolînê, komek çekdar ji koma terorîst a Lîwa Şuheda El-Qeryeteyn ji nav birin. Ev koma terorîst li çolê di sitargehên amadekirî de xwe vedişart.”

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê herwiha dibêje, baregeha wê koma çekdar ku hatiye bombebarankirin “li herêma El-Tenef” ya li rojhilatê Sûriyê ye, ku ji aliyê “perwerdekarên operasyonên hêzên taybet ên Artêşa Amerîkayê ve tên pirçekkirin û perwerdekirin.”

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir, ku wan çekdaran “kiryarên terorîstî û kuştin li dijî xelkê sivîl li devera Badiya kirine”.

Navçeya El-Tenef dikeve ser sînorê Sûriye, Iraq û Urdinê û ji sala 2015an ve Amerîkayê binkeyeke leşkerî ya mezin li wê herêmê ava kiriye.

Navçeya Badiye ya Sûriyê jî dikeve navenda wî welatî û heft parêzgehan li xwe digire, ji ber valahiya emnî beşek ji navçeyê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

 

Rudaw

Top