Kerkûk: Dosyeya efserên Kurd ên ku beşdariya referandûmê bûn, hat girtin
Berpirsê Liqa 3 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand, roja Pêncşemê li Kerkûkê 46 efserên Kurd bi tometa beşdariya di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hatin darizandin lê dosyeya wan bêyî ku ceza werbigirin hat girtin.
Roja Pêncşema 4ê Tebaxa 2022an Berpirsê Liqa 3 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji Rûdawê re ragihand, “Îro 46 efser, polîs û berpirsên Kurd bi tawana beşdariya di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de li gorî birgeya 29, xala 2 ya qanûna hêzên navxweyî yên Iraqê hatin darizandin lê dosyaya wan bê ceza hat girtin.”
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihand, dadwerê lêkolînê dosya li ser 46 efser û polîs bêyî cezakirina kesekî ji wan girtiye.
Cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah li ser dosyeya efserên Kurd di Facebooka xwe de nivîsî, “Ji bo bidawîkirina pirsgirêka efser û karmendên beşdariya referandûmê kirine, me lijneyek şand Kerkûkê û dosyeya wan bi yekcarî hat girtin.”
Rêveberê berê yê Polîsê navçe û nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ku yek ji wan efserên Kurd e ji ber başdariya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat darizandin ji Rûdawê re ragihand, “Bi guftûgoya ligel Wezareta Navxwe ya Iraqê îro efûya 46 efseran derket lê sê kesên din ên ku ez jî di nav de me, ji me re nehatiye dayîn.”
Serhed Qadir anî ziman, “Ez destpêkê neçûm dadgehê, ez şanaz im ku ji ber beşdariya referandûmê biryara girtina hat derxistin. Min fermana girtinê çarçove kiriye û li mala xwe darxistiye. Eger bixwazin min dadgeh bikin, heman dadgeh li Hewlêrê jî heye, her dema ku dadgeh min li Hewlêrê vexwîne, ez ê bi serbilindî amade bibim.”
Berpirsê Liqa 3 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Xurşîd diyar kir ku darizandina wan efseran mijareke "siyasî" bû û ji ber beşdarbûna wan a referanduma serxwebûna Kurdistanê ya di 25ê Îlona 2017an de bû, nexwe tiştekî din nîne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ji wan efserên Kurd 14 endamên PDKê, 21 endamên YNKê û 11 jî serbixwe yan jî yên ser bi partiyên din in.
Li gor Mihemed Xurşîd, “Serkirdayetiya PDKê, polîsê Kerkûkê, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa, Şexawan Ebdula, her dem li ser xetê bûn ji bo ku ev pirsgirêka siyasî li ser efseran were rakirin.”
Darizandin ji aliyê dadgeha leşkerî ya Mûsilê ve hat birêvebirin lê li ser daxwaza Rêveberiya Polîsê Kerkûkê ji bo hêsankirina çûnûhatina efserên Kurd, dadgeh ji Mûsilê bo Kerkûkê hat veguhestin û heftane lijneyek dihate Kerkûkê ji bo lêkolîna mijarê.
Roja 25ê Îlona 2017an Referanduma Serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bi rêve çû û xelkê parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nakok jî beşdar bûn û zêdetirî %90ê beşdaran dengê “erê” bo serxwebûnê dan.
Rudaw
