• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Kelarê erdhej rûda

Gulan Media August 5, 2022 Nûçe
Li Kelarê erdhej rûda

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê eşkere kir, erdhejek li rojhilatê navçeya Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê qewimî.

Li gor daxuyaniya Wezareta Veguhstinê ya Iraqê, îro înê 5ê Tebaxa 2022yan, di demjimêr 12:07 xulekê de erdhejekê li rojhilatê navçeya Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê rûda.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, welatiyên li wê navçeyê hest bi erhejê kirine.

Wezaretê daxwaz ji welatiyan kiriye ku pabendî rênimayên erdhejê bibin, ku Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê belav dike.

 

K24

Top