Li navenda hêzên Komando ya li Şirnexê teqîn çê bûn
Sê teqînên mezin di navenda hêzên Komando de çê bûne.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê bişev li navenda sereke ya hêzên komando ya li Şirnexê sê teqînên gelek mezin çê bûne.
Di encama teqînên han de agireke mezin bi navenda komando ketiye.
Her çend aliyên fermî yên têkildar derbarê teqîn, sedema teqîn û zirarên teqînan de ti zaniyarî nedane, lê tê gotin ku herî kêm 3 leşkerên Tirk birîndar bûne.
