Akrê…Salane bêhtir ji hezar ton zeytûn tê berhemanîn!
Rezvanekî devera Akrê yê bi navê Ekan Ebdulselam ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane li demsala payîzê em dest bi renîna zeytûnan dikin. Bi du rêyan ve zeytûn tên renîn û komkirin. Hin malbat zeytûnan kit bi kit bi destan jê dikin, hin malbat jî wek gûza dadiqutin. Piştre hemûyan kom dikin û piştî çinînê bi kêrê şeq dikin û kêra lê didin ku ava şor biçe nav û mehekê di ava xwê de dimînin ku talbûna wê biçe. Her heftiyê carekê ava wê tê guhertin û yên reş ji yên din tên cuda kirin. Min 500 darên zeytûnê hene. Cotkar bi giştî kêm zeytûnan diçinin, zû mezin nabin û bi zihmete ji ber av kêm e. Herwaha nirxê kîloyek zeytûnê 2 heta 4 hezar dînarane. Hersal zeytûn tên bi berhemanîn, lê hin salan kitên wê biçûk in.’’
Rêveberê çandinê yê Akrê Ehmed Cemîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li sînorê Akrê erdê wê baş e bo çandina berhemên darên zeytûnan. Naha rêjeya 50 hezar darên zeytûnan li sînorê Akrê hene û salane li Akrê 1250 tonên zeytûnan tên berhemanîn. Sektora cotkarî û çandiniyê bi giştî li Akrê giringî pê tê dayîn û sal bo salê berfirehtir dibe.’’
k24
