Li Amerîka ji ber şewatê herî kêm 25 kes mirin
Ev çend roj in li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka agir bi daristan û gelek deveran ketiye û heta niha jî şewat didome. Tê gotin ku şewat û agir ji ber bayê tund her ku diçe, gurr dibe.
Li gorî agahiyan, heta niha 25 kes ji ber şewatê mirine û herî kêm 35 kes jî wenda ne, 250 hezar kes jî neçar mane ji malên xwe derkevin û koçber bibin.
