• Sunday, 22 February 2026
logo

Siûdiye asmanê xwe bo balefirên Îsraîlî vekir

Gulan Media August 4, 2022 Nûçe
Siûdiye asmanê xwe bo balefirên Îsraîlî vekir

Vê îro biryar bikeve meriyetê.

Kompaniya veguhastina asmanî ya Îsraîlê Elal ragihand ku îro pêncşem 4ê Tebaxê, hikûmeta Siûdiyeyê bi fermî asmana xwe bo balefirên Îsraîlî vekiriye.

Li gor daxuyaniya kompaniya Îsraîlî Elal eşkere kiriye ku ev biryara han ya Siûdiyeyê vê îro pêncşemê bi fermî bikeve meriyetê û ji niha û pêde balefirên Îsraîlî dikarin asmanê Siûdiyeyê bikar bînin.

Weke tê zanîn sala derbasbûyî di navbera Îsraîl û Siûdiyeyê de rêkeftina normal kirina têkiliyan hatibû îmzekirin.

Top