• Sunday, 22 February 2026
logo

Tetbîqata Çînê li Taywanê destpê kir

Gulan Media August 4, 2022 Nûçe
Tetbîqata Çînê li Taywanê destpê kir

Seroka kongrêsa Amerîkayê duhê serdana Taywanê kiribû.

Piştî serdana Seroka kongrêsa Amerîkayê Nansi Pelosî bo Taywanê, hikûmeta Çînê gefên mezin li Amerîka û Taywanê kiribû û ev serdana han bi gefeke mezin bo ser Çînê bilêv kiribû û ragihandibû ku li hember vê serdanê bêdeng namîne.

Her di vê çarçoveyê de îro artêşa Çînê li derdorê Taywanê dest bi tetbîqateke mezin ya leşkerî kir.

Ji aliyê xwe ve rayedarên Taywanî jî eşkere kirine ku ev amadene berevanî ji xwe û welatê xwe bikin li hember êrîşên Çînê.

Top