Dostekî Kurdan dibe berpirsê siyaseta derve ya Kongirêsê
Eliot Engel ne tenê di dema referanduma Serxwebûna Kurdistanê de piştevaniya Kurdan kiriye, lê ew bi roleke baş rabû di pejirandina wan biryarên Kongirêsê de, ji bo çekdarkirina hêzên Pêşmergên Kurdistanê ji aliyê Amerîka ve.
Engel di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, ji Kurdistan24ê re gotibû: Ji mafê Kurdan e ku xwedî dewleteke serbixwe bin.
K24
