• Sunday, 22 February 2026
logo

Kûliyan bajareke bakûrê Kurdistanê dagîr kir

Gulan Media August 4, 2022 Nûçe
Kûliyan bajareke bakûrê Kurdistanê dagîr kir

Şêniyên bajarê Şirnexê bi şev nikarin derkevin.

Li gor zaniyariyên berdest, jiber pêla germiyê yaku dever daye ber xwe, guhertinên mezin di seqaya herêmê de çê bûye.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku jiber pêla germiyê, bajarê Şirnexê ketine bin bandora pêleke dijwar ya liv û tevgerên kûliyan û bişev kûlî li ber lampeyên kolanan kom dibin.

Jiber hebûna hijmareke gelek zêde ji kûliyan, şêniyên Şirnexê nikarin şevan derkevin û pencer û deriyên malên xwe jî nikarin vekirî bihêlin.

Top