Tirkiye li Geliyê Rêkanê êrîşî xelkê sivîl kir
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê ragihand ku îro înê di seat 5ê êwarê, balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî Geliya Rêkanê bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê diyar kir ku di dema bordiman kirina Geliyê de xelkeke gelek zêde bi mebesta seyran kirinê li Geliyê de bû û jiber bordimanê xelk gelek tirsaye û balefriên Tirkiyeyê jî dema qerebalix dîtine çend bombeyên din li deverê dane.
Peyamnêr eşkere kir ku ev bordimana han ji bilî zirarên madî ti zirareke din lipey nebûye. bo dîtina dema bordimanê vê lînkê bitekînin
