• Sunday, 22 February 2026
logo

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir

Gulan Media August 3, 2022 Nûçe
Baregeha    Barzanî daxuyaniyek belav kir

Baregeha Barzanî derbarê çareserkirina kirîza siyasî ya Iraqê û jinavbirina pirsgirêkan de daxuyaniyeke girîng belav kir. 

Di daxuyaniyê de Baregeha Barzanî gotiye: Di derbarê pêşhat û aloziyên vê dawiyê yên li Iraqê de, em tekîd li ser daxuyaniya Serok Barzanî ya roja 30ê Tîrmehê di merasima wergirtina termên qurbaniyên jenosîdê de dikin ku tekane rêya çareserkirina kirîza siyasî li Iraqê ye û gotiye: "Riya jinavbirina pirsgirêkan ew e. bi rêya diyalog, têgihiştin û hevdu qebûlkirinê ye."

Ji hilbijartinên Cotmeha 2021an de, Iraq tûşî xitimandineke siyasî ya tam bûye. Danûstandinên di navbera hêzên sereke yên siyasî de jî negihîşt wê encamê ku serokomar bê hilbijartin û serokwezîr bê destnîşankirin.

Top