• Monday, 16 February 2026
logo

Mîrê Kuwêtê pêşwaziya keça kurda êzdî Nadya Mûrad kir

Gulan Media November 9, 2018 Nûçe
Mîrê Kuwêtê pêşwaziya keça kurda êzdî Nadya Mûrad kir
Rojnameyeke Kuwêtî di nûçeyeka xwe de belav kir ku, Mîrê Kuwêtê Mîr Sebah Ehmed Cabir El Sebah pêşwaziya keça kurd a êzdî û xwediya xelata Nobelê Nadiya Mûrad kir.

Rojnameya Rojname ya Kuwêtî îro Pênşemê 8.11.2018 di nûçeya xwe de ragehandin Mîrê Kuwêtê Mîr Sebah Ehmed Cabir El Sebah pêşwaziya keça kurd a êzdî Nadya Mûrad kir, di hevdîtinê de Mîrê Kuwêtê besnê hewlên Nadiya Mûrad û ronîkirina tawanên DAIŞê li dijî mirovatiyê kir û ragehand ku, ewa bi ser Nadya de hatî ne asan bû û ê şû azareke mezin bû.

Herwiha Mîrê Kuwêtê daxwaz ji Naya Mûrad kir ku, li paşerojê binêre û wan hemû êş û azarên dîtî jibîr bike.

Jina Kurd Nadiya Mûrad û bijişkê Kongoyî Denis Mukwege hêjayî xelata Aşitiyê ya Nobelê hatibûn dîtin.

Basnews
Top