Hêzên Tirkiyê derdora Til Rifetê topbaran kirin
Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve derdora bajarê Til Rifet li herêma Şehbayê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de topbaran dikin.
Li gor zanyariyên medyayên nêzîkî Rêveberiya Xweser, topxaneya Tirkiyê û grûpên çekdar êvara Sêşembê 2ê Tebaxa 2022an ji Binkeya Tiltane ya li nêzîkî bajarokê Marih derdora bajarê Til Rifet û gundê Um el-Hoş topbaran kirin.
Her li gor heman agahiyan, hêzên Tirkiyê gundê Burc el-Qas li nahyeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kirine.
Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye ku bi zêdetir ji 20 gulletopan bajarê Til Rifet, gundê Um el-Hoş û gundê Burc el-Qas li nahyeya Şêrawa ya Efrînê hatine topbarankirin.
Di heman demê de jî, zeviyên Um El-Qura û Bendava Şehba û Til Medîq li navçeya Şehbayê jî hatin topbarankirin.
