Hewldaneke PKKê ya kuştina Polat Can vala derket
Çalakvaneke siyasî yê Rojavayê Kurdistanê aşkera kir, rêveberekî payebilind ê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), ku heman demê de wek destê rast ê Mezlûm Ebdî dihate zanîn, ji Rojavayê Kurdistanê reviyaye û xwe gehandiye Ewrupa.
Nivîskar û çalakvanê Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Osê di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, ji ber ku Polat Can li ser peymanekî îmza kiriye ku êdî nabe wêneyên Ocalan û alên PKKê li Rojavayê Kurdistanê bên bilind kirin, rêveberên PKKê ji Polat Can aciz bûne.
Herwaha aşkera kir, PKKê daxwaz ji Polat Can kiriye ku bi awayekî lez bigehe Qendîlê, lê ew ji tirsa heman çarenivîsa Ciwan Îbrahîm, Dozdar Hemo, Ferhad Dêrîk û yên din bê serê wî, red dike ku biçe Qendîlê.
Hoşeng Osê dibêje, piştî ku Polat Can çûna Qendîlê red dike, PKK hewl dide wî bikuje, lê ew ji wê hewldanê derbas dibe û xwe digehîne binkeyekî leşkerî ya Fransayê ya li Rojavayê Kurdistanê û daxwaza mafê penaberiyê dike. Ew jî bi balefirekî ve wî vediguhêzin bo Urdinê û ji wê derê ve jî digehînin Fransayê.
Hoşeng Osê dibêje: ‘’Heta naha Polat Can bi fermî cudabûna xwe ranegehandiye, lê çavkaniyên min teqez dikin ku ew reviyaye û xwe avêtiye Fransayê. Bi vî awayî jî Mezlûm Ebdî destê xwe yê rastê ji dest da û zêdetir bi tenê dimîne. Ev yek jî derdixe ku fişara PKKê li ser Mezlûm Ebdî zêdetir bûye.’’
