Li Ukraynayê ji destpêka şer ve 346 zarok hatine kuştin
Ji destpêkirina şerêdi navbera Ukrayna û Rûsyayê heta niha 346 zarokan li Ukraynayê canê xwe ji dest dane.
Olena ligel hevjîn û zaroka xwe yê çar salî li bajarê Bextûmê ya herêma Donêtsikê asê mane ku niha eniya pêş ya şerê dijî Rûsyayê ye.
Ji xeynî parastina xwe ji topbaran û mûşekbaranê pirsgirêka herî mezin ya vê malbatê parastina keça wan e dibêjin divê nehêlin şer bandoreke derûnî lê bike.
Nîşteciha Bextûmê Olena dibêje "Şeva borî dema em hatin bombebarankirin min dengê televîzyona xwe bilind kir da ku zaroka min dengê li derve nebihîze. Berî hefteyekê dema Bextûm bi dijwarî dihat bombebarankirin, keça min şevê du caran hişyar dibû û ditirsiya. Dema radibe nizane çi diqewime."
Li gor Neteweyên Yekbûyî, ew zarokên li navçeya şer in û metirsiya qûtbûnê ji malbata wan heye, tûndûtîjiya dijî wan, zext, destdirêjîya seksî û firotina wan jî zêde ye.
Niha rewşa li rojhilatê Ukraynayê bi wî rengî ye ku fikara herî zêde ya dê û bavan zarokê wan in.
Nîştecihê Bextûmê Lîna got “Ti siberoja zarokên li vê derê nîne. Li vê navçeyê berdewam şer û wêrankirin heye.”
Li gor Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Ukraynayê ji 24ê Sibatê ku şer destpêkiriye û heta niha 346 zarokan canê xwe ji dest dane û 645 jî birîndar bûne.
Rêxistina UNICEF (Yunîsef) ya Netewên Yekbûyî jî dibêje 3 milyon zarok li navxweya Ukraynayê û 2.2 milyon zarokên Ukraynî jî li welatên derve pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Li Ukraynayê ji her sê zarokan duduyê wan ji ber şer aware bûne.
