Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê civiyan
Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya Îraqê û herwiha aloziyên deverê bi giştî û lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Îraq û deverê hatin nirxandin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Hendrik Van de Vele behsa çareseriya bingehîn bo kêşeyên siyasî û abûrî kirin ku bûne sedema derketin û bihêz bûna tevgerên terorîstî.
Her li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî behsa girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşe û kamaniyan li deverên azad kirî kir û got: Ev yek dibe derfeteke baş bo vegera penaberan.
Di beşeke din ya civîna han de her du alî behsa hewldanên heyî yên bo yek xistina lîwayên ser bi wezareta pêşmerge ya Kurdistanê û tiştên ku ji hikûmeta nû ya Îraqê tên payîn bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
