Li Erzeromê erdhej
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Bilez (AFAD) ragihand ku li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.3 pileyên Rîxterê erdhejek çê bû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Bilez (AFAD) îro Sêşembê 2ê Tebaxa 2022ê demjimêr 03:37an li navçeya Tekmanê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ve bi hêza 4.3 pileyên Rîxter erdhejek çêbûye.
Li gor malpera AFADê, erdhej di kûrahiya 6.99 kîlometrîya erdê de bi hêza 4.6 pileyên Rîxterê çê bûye û di erdhejê de heta niha ti zirarên canî û maddî nehatiye tomarkirin.
Sala bihorî 68 erdhej li parêzgehên Meletî, Bedlîs, Erzîngan, Wan, Çewlîg, Dêrsim, Mûş û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê hatibûne tomarkirin.
Li gor amarên fermî di wan erdhejan de 63 welatî birîndar bûbûn.
