Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve goristaneke Kurdan têk dan
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve goristana gundê Dar Girê li nahyeya Mabata ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê têk dane.
Mafnas û parêzer Hisên Neso ku bi xwe xelkê Efrînê ye, vîdyoyek ji Rûdawê re şandiye û têde derdikeve ku endamên grûpên çekdar çend gorên goristana gundê Dar Girê yê ser bi nahyeya Mabata ve têkdane û kêlên wan goran şikandine.
Li gor heman çavkaniyê, ev bûyer serê sibeha Yekşembê roja 31 Tîrmehê (beriya 3 rojan) çêbûye.
Gundê Dar Girê li Mabata ji sala 2018an ve di bin kontrola grûpa Hemzat de ye ku kesek bi navê Ebû Inad el-Miwalî fermandarê wê grûpê ye.
Ev ne cara yekemîn e ku grûpên çekdar ziyanê digihênin gorên goristanên çend gundan li Efrînê.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve û piştî êrîşeke berfireh a artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve, di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye û hêzên Tirkiyê û komên çekdar kontrola herêmê dikin.
