• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî: Divê demekî kurt de helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin

Gulan Media August 2, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Divê demekî kurt de helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin

Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Plasschaert civiya û ragihand, divê astengiyên li pêş hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemînin û PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.

Serok Barzanî îro 1ê Tebaxa 2022an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bi boneya salvegera 39emîn a jenosîdkirina Barzaniyan sersaxî li Serok Barzanî kir û tekezî li wê kir ku hemû hewlên xwe li navendên navdewletî dide ji bo ew tawan wek jenosîd bê naskirin.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên wê hatin guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin ku pêwîst e ji bo çareserîkirina astengiyan, destûr bibe bingeha hevtêgihîştinan.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijareke din a vê hevdîtinê bû Serok Barzanî dubare kir ku divê astengiyên li pêş hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn de bê encamdan û divê mafên pêkhateyên netewî û olî jî parastî bin. Ji bo vê mebestê jî PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.

Top