Mesrûr Barzanî: Emê zêdetir xizmeta Êzidiyan bikin
Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Êzidî kir.
Bi boneya cejna çileya havînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Êzidî kir ku ev jî naveroka peyamê ye;
Bi boneya cejna çileya Havînê pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û ewle de cejna xwe derbas bikin.
Bi vê boneya han ev yek dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê karîn û hewlên xwe bo zêdetir xizmet kirina xuşik û birayên Êzidî û kêm kirina êş û elemên wan bitevger dike.
Cejna çileya havînê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
