• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Kubis behsa çend mijaran kir

Gulan Media November 7, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Kubis behsa çend mijaran kir
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarê Îraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê û Kubis behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin û hêviya vê yekê xwestin ku rewşa siyasî ya li Îraqê baştir bibe û hikûmeta nû ya Îraqê jî bikaribe daxwazên welatiyên cîhbicîh bike û xizmetgozariyan pêşkêşî tevahiya welatiyan bike û Kurd jî di vê derbarê de bibe xudan roleke girîng û hevkariya Îraqê bike bo dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên din yên Îraqê.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û daxwaz hate kirin ku hikûmetek were avakirin ku bikaribe bersifa daxwazên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bide.
Top