• Monday, 23 February 2026
logo

Îran: Em rewşa Iraqê bi hûrî û hestyarî ve çavdêrî dikin

Gulan Media August 1, 2022 Nûçe
Îran: Em rewşa Iraqê bi hûrî û hestyarî ve çavdêrî dikin

Berdevkê wezareta derve ya Îranê ragehand, welatê wan bi hûrî û hestyarî ve çavdêriya rewşa Iraqê dike û balkêşa ser seqamgiriya ewlehiya Iraqê.

Li gor nûçeya Ajansa Mîhir a Îranê, berdevkê wezareta derve yê Îranê Nasir Kenanî îro 01.08.2022yê ragehand: Iraq welatekî mezin û giring e. Em bi hûrî û hestyarî ve çavdêriya pêşketinên li Iraqê dikin.

Herwaha diyar kir welatê wan berdewam bi biryarbûna xwe ya li ser parastina asayîş û seqamgiriya wî welatê cîran, dost û bira nîşan daye. Û got: Baweriya me bi wê heye ku asayîşa Iraqê, asayîşa Îran û navçeyê ye.

Ev gotinên Nasir Kenanî yekem helwêstê fermî yê Îranê ye, piiştî destpê kirina xwepêşandanên vê dawiyê yên alîgirên Tevgera Sedir li paytext Bexdayê.

 

Basnews

Top