• Monday, 23 February 2026
logo

Li Nîjeryayê di nava heftiyekî de 49 kes hatin kuştin

Gulan Media August 1, 2022 Nûçe
Li Nîjeryayê di nava heftiyekî de 49 kes hatin kuştin

Li welatê Rojavayê Afrîka Nîjeryayê, di hefteya borî de ji ber zêdebûna pirsgirêkên ewlekariyê herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gor nûçeya ku di çapemeniya netewî de cîhgirtiye, di 24ê heta 30ê Tîrmehê de li herêmên cûda yê wî walatî de êrîşên çekdarî pêk hatin. Di van êrîşan de 49 kesên ku di nava wan de 9 leşker û 5 polîs jî hene jiyana xwe ji dest dan, hejmareke zêde jî birîndar bûn yan jî hatin revandin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Nîjeryayê Babagana Monguno diyar kiribû ku Konseya Ewlekariya Neteweyî li ser stratejiyên nû yên ji bo têkoşîna li dijî bêewlekariya tirsnak a li welêt xebat dike.

Nîjerya di van demên davî de li cîhên cuda cuda yên welat de bi kesên çekdar û rêxistina terorist ya Boko Haram re rû bi rûye.

Hikumetê ji ber gefên êrîşên terorîstî di tevahiya dibistanan de navber da perwerdeyan. Hatibû ragehndin ku di êrîşa terorîstî ya 25 'ê Tîrmehê ya li dijî peywirdarên parastinê yên Serokwezaretê ya li paytextê de herî kêm 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

 

Basnews

Top