Efrîn.. Dadgeheke çekdaran cezaya bidarvekirinê li ciwanekî Efrînê birî
Dadgeheke ser bi grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, cezaya bidarvekirinê li ciwanekî Efrînê û cezayên zîndanê yên dirêj li hejmarek welatiyên din birîne.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de diyar kir, Dadgeha Tawanan a li Efrînê roja 27 û 30ê Tîrmehê hin ceza li welatiyên Kurd ên ji bajarokê Şiyê derkirin ku bi ew tomet û bihaneyên ne rast tomar kirin û îfadeya wan di bin eşkenceyê de girtine.
Rêxistina Mafên Mirovan aşkere kir ku dadgehên hatine derkirin wiha ne:
- Husên Yûsif Mistefa Husên (20 salî): Roja 28/4/2021ê ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û roja 27/7/2022an cezaya bidarvekirinê lê hate birîn.
- Yûsif Mistefa Husên: Cazaya 3 sal zîndan lê hate birîn.
- Mistefa Mihemed Mistefa Husên (27 salî): Di meha Adara 2021ê hatibû revandin, cezaya 13 sal zîndan lê hate birîn.
- Izedîn Yûsif Mistefa Husên (17 salî): Roja 5/5/2021ê hatibû revandin, cezaya 13 sal zîndan lê hate birîn.
- Zêneb Mihemed Olaşlî ku hevjîna Mistefa Husên e: Roja 12/6/2021ê hatibû revandin, cezaya 12 sal zîndan lê hate birîn.
Artêş Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji meha Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine. Li gor çalakvanên Efrînê jî, ji wê demê ve gelek binpêkirinên mirovî û di warên cuda di derheqê Kurdên Efrînê de tên kirin, ku zêdetir ji 8 hezar kesan hatine revandin.
Çalakvan dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca guhartina demografiya herêmê û koçberkirina Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re tometbar dikin û kiryarên kuştin, revand, eşkencedan, sepandina bacan û zordariyên cuda tînên serê wan.
K24
