• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarekî payebilind ê leşkerî xwe da gel xwepêşanderên Bexdayê

Gulan Media August 1, 2022 Nûçe
Fermandarekî payebilind ê leşkerî xwe da gel xwepêşanderên Bexdayê

Fermandarekî payebilind ê leşkerî yê Iraqê xwe da gel xwepêşander û alîgirên Sedir û daxwaz ji çekdaran dike bihêzê li hember gendelkaran tekoşîn bikin.

Îro 01.08.2022yê fermandarê hêzên Heşdî Berevanî Ebdulnasir Selman Uqabî peyamek belav kir û ragehand: Heta naha Iraqiyan bi rêzeke mezin ve tehemûl kiriye, lê naha êdî dema wergirtina maf ji gendelkaran hatiye.

Herwaha got: ‘’Ez erkê xwe dizanim li gel birayên xwe yên Tevgera Sedir beşdarî xwepêşandanan bikim.’’

Fermandarê Heşdî Berevanî daxwaz ji çekdarên xwe jî dike, ‘’Ber bi Herêma Kesk ve biçin û piştevan bin û beşdarî xwepêşandanan bikin ji bo hilweşandina gendelkaran.’’

Herwaha dibêje: ‘’Ji vê demê şûnde hêzên Heşdî Berevanî di bin ferman û fermandariya rêberê çaksazîxwaz Muqteda Sedir de ye.’’

 

Basnews

Top