• Monday, 23 February 2026
logo

Rojnamevanekî Kerkûkê: Çarçoveya Hemahengî daxwaza xwepêşandanê ji Şasiwar Ebdulwahîd kiriye

Gulan Media August 1, 2022 Nûçe
Rojnamevanekî Kerkûkê: Çarçoveya Hemahengî daxwaza xwepêşandanê ji Şasiwar Ebdulwahîd kiriye

Rojnamevaneke Kerkûkê aşkera kir, ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve daxwaz ji Şasiwar Ebdulwahîd ê bazirganê deyndarê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, aloziyekî li Herêma Kurdistanê çêbike ku baldariya li ser bûyerên Bexdayê belav bibe.

Rojnamevanê Kerkûkê Ubeyd Reşîd di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û amaje bi wê yekê kir ku, Çarçoveya Hemahengî ji ber fişara zêde ya li ser wan heyî û ji aliyê Muqteda Sedir ve çêbûye, dixwazin û hewl didin bûyerekî çêbikin ku, wê fişarê kêm bikin, ji bo wê jî Şasiwar Ebdulwahîd erkdar kirine ku wî tiştî bike.

Herwaha diyar kir ew xwepêşandanên ku dixwazin bi rêya Şasiwar Ebdulwahîd ve li Kurdistanê bikin, ji bo wê ye ku ‘’Wek gotina wan bixwe dikarin fox ango bala bûyeran ji Bexdayê ve biguherin bo Kurdistanê.’’

Wî rojnamevanî red kir ku Şasiwar Ebdulwahîd şiyana wî ya encamdana karekî wisa hebe.

Vê derbarê de endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona Tevgera Gorran Rizgar Mihemed jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelk naha hişyare û kes nikare ji bo armancên xwe bikarbîne.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Şasiwar nikare xelkê kom bike, bi armanca têkdana rewşê teqlîd kirina bûyerên Bexdayê jî ne di berjewendiya ti kesekî de ye.’’

 

Basnews

Top