Li sînorê Silêmaniyê dronekê otomobîlek kir armanc
Serpireştê Îdareya Raperînê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, îro dronekê li ser rêya Çar Qurne-Raniye otomobîlek ji corê Land Cruiser kir armanc.
Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de kesek birîndar bûye û ti kesî canê xwe ji dest nedaye.
Derbarê bûyerê de hêj hûrgilî nehatine bidestxistin û nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê kê ve hatiye encamdan, lê belê Tirkiyê pêştir çend caran êrîşên bi dron li nav axa Herêma Kurdistanê li dijî berpirsên PKKê pêk aniye.
Rudaw
