PDKê bo asayîkirina rewşa Kerkûkê projeye heye
PDK rewşa ku ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve li parêzgeha Kerkûkê heye, weke rewşeke ne asayî dibîne û Kerkûkê weke parêzgeheke dagîrkirî bi nav dike û heta niha çendîn caran ew helwesta xwe bi rêya berpirsên xwe yên pilebilind nîşan daye. Niha PDK dibêje, ji bo asayîkirina vê rewşê projeyeke wê heye.
Bo serxistina vê projeyê, PDK di asteke bilind de dest bi civîn û hevdîtinan kiriye û hewl dide, li gel hêzên Sunnî û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê rêkevtinê bike.
Endamê berê yê parlamentoya Iraqê yê ji Fraksyona PDKê, Şaxewan Ebdullah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ev proje li gel fraksyona Çaksazî hatiye behskirin, piştî pêkanîna hikûmeta nû, bo vê mijarê serok Barzanî gelek bi ciddî li gel serokwezîr û wan aliyên ku li Iraqê biryar di destê wan de ye, di pêwendiyê de ye, ji bo ku rewşa serbazî ya li Kerkûkê bi dawî bibe.”
Şaxewan Ebdullah dibêje: “Ji ber ku niha rewşa ewlehî û siyasî û asayişa civakî li wan navçeyan di metirsiyê de ye, pêwîst dike ku zû ew babet were cîbicîkirin û em jî piştgiriya serok Barzanî dikin û dixwazin ku hêzên din ên siyasî jî piştgiriyê bikin, daku ew haleta ku li Kerkûkê heye, bi dawî bibe.”
Hêzên Sunnî yên Iraqê aliyekî sereke ne di wê projeya ku jibo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatiye amadekirin, yekemîn civîna berpirsên PDKê jî li gel Kombûna Komarî ya Iraqê û aliyekê nav Fraksyona Saîrûn bû. Di çend rojên bihorî de li Pîrmamê erebên sunne jî projeyeke deh xalî pêşkêş kirin, ku beşek ji wan xalan tenê têkildarî pirsa Kerkûkê nînin.
Berdevkê Encûmena Erebî ya Kerkûkê, Hatem Taî jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Kombûna Komarî ya Iraqî, ji bo çareserkirina kêşeyan û berî ku pirsgirêk mezintir bibin, serdana birêz Mesûd Barzanî kirin. Kêşeyên ereban gelek in û yên berî 16ê Cotmeha sala 2017ê ne, ji wan jî pirsa desteserkiriyan û têkdana gundan û pisa dabeşkirina desthilatê. Ew kêşe asayî ne û dikare bi yasa were çareserkirin, bi mercekê ku ji hev têgihîştin di navbera pêkhateyên bajêr de hebe.”
Di destpêka danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, PDK û YNK ji hev têgihîştineke temam di navbera wan de hebû, ku bi rêya projeyeke hevbeş rewşa Kerkûkê asayî bikin. Lê belê niha ku pêwendiyên wan aloz bûne, her yek ji wan bi cuda hewl didin.
Li aliyekê din bo qebûlkirin û pêşwazîkirina projeyên PDK û YNKê yên derbarê Kerkûkê de, aliyên Ereb û Tirkmen jî merc û daxwazên xwe her ku diçe zêdetir dikin.
Rudaw
