Hêmin Hewramî: PDK li ser ti aliyek xeta sor nedaye
Parlemanterê PDKê Hêmin Hewramî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelek bi asayî serederiyê bi wan 45 kursiyan re dikin û herçend e cudahiya wan bi partî û aliyên din ên siyasî re hebe, lê xalên hevbeş jî bi wan re heye, ew jî xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.
Hêmin Hewramî got: Wek PDKê hêla me ya sor li ser ti aliyekî nîn e û dixwazin rûpeleke nû bi tevahiya aliyên din re vekin, ji bo wê mebestê jî, serdana tevahiya firaksiyonên di nava parlemantoyê kir.
Ew parlemanterê PDKê tekez kir, “Ji bilî ku xizmeta xelk bi girîngî dizanin, di vê xula parlemantoyê de, karekî dikin ku Kurdistan bibe xwedî destûra xwe.”
Îro yekem rûniştina xula pencemîn a Parlemantoya Kurdistanê birêve çû û tê de beşek mezin ji parlemanteran sûnda yasayî xwar.
