• Monday, 23 February 2026
logo

Şer di navbera Hêzên Îranê û Talîbanê de derket

Şer di navbera Hêzên Îranê û Talîbanê de derket

Fermandarê Hêzên Îranê li Hîrmend a li bakurê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê Meysam Berazende got, “Li sînorê bajarê Hîrmendê di navbera Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de şer û pevçûn derketiye.”

Meysam Berazende îro Yekşemê ji kanala fermî ya Îranê IRNAyê re ragihand, “Demek berî niha li devera Şexalek a bajarê Hîrmendê di navbera Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de şer û pevçûn derket.”

Meysam Berazende got, “Şer û pevçûna di navbera Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de heta niha jî berdewam e.

Meysam Berazende li ser ziyanên şer û pevçûna di navbera Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de diyar kir ku ew niha lêpirsîn dikin.

 

Rudaw

Top