• Monday, 16 February 2026
logo

Îranê cezayê darve kirinê da zarokekî kurd!

Gulan Media November 7, 2018 Nûçe
Îranê cezayê darve kirinê da zarokekî kurd!
Saziya dadweriya Îranê hukmê darve kirinê da xortekî xelkê saqizê ku di temenê zaroktî de tewan kiriye.

Li gor raporta Komela Mafê Mirov (Hengaw) baskê yekem ê saziya tewanan a parêzgeha Sine roja 06.11.2018ê hukmê darvekirinê ji bo xortekî xelkê Saqizê yê bi navê Şayan Seîdpur ê kurê Selahedîn re daye.

Ew hukmê darve kirinê ji aliyê dadwer Wefa ve û ji ber tewanê qetla qesdî ji bo xortê kurd hatiye dayîn.

Şayan Seîdpur Tebaxa 2015ê ku temenê wî negeheştibû 18 salî hemwelatiyek din ê xelkê Seqizê yê bi navê Silêman Azadî kuşt û ji wê demê ve li girtîgehê ye.

Basnews
Top