• Sunday, 22 February 2026
logo

Karvedanên derbarê êrîşa li ser Elewiyan berdewam in

Karvedanên derbarê êrîşa li ser Elewiyan berdewam in

Serokên  partiyên siyasî yên Tirkiye êrîşa li dijî çend saziyên Elewî li Enqerê şermezarkirin û daxwaz kirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeê Suleyman Soylu buyer weke provakasyon bi nav kir û ragihand ku derbarê mijarê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Duh 31ê Temûzê yekem roja Rojiya Miheremê, li bajarê  Enqerê yê Tirkiye bi hemwextî êrîşî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen hat kirin.

Di encama êrîşan de li Cemxaneya Şahê Merdan welatiyek ji serê xwe bi sivikî birîndar bû û li Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen jî welatiyek bi kêrê hat birîndarkirin. Herwiha bi keviran jî êrîşî deriyên rêxistinên Elewiyan hat kirin.

Piştî êrîşê Rêveberiya Ewlekariya Enqerê ragihand ku hersê êrîş ji aliyê kesê bi navê A.O.K. hatine kirin û kesê navborî hatiye desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu têkildarî wê êrîşa li ser saziyên Elewiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û bûyer weke provakasyon bi nav kir. Soylu anî ziman ku encamderê wê êrîşê hatiye destserkirin û got ku mijar dê bi berfirehî bê lêkolînkirin.

Soylu diyar kir “Gumanbarê ku îro bi planeke rezîlane li Çankayayê yek, li Mamakê jî êrişî du cemxaneyan kir, dema ku diçû Eskîşehîrê ji aliyê polîsên me yên Enqereyê ve hat girtin. Helbet ev provokasyon di her warî de tê lêkolînkirin. Derbasî be.”


Li aliyê din Serokê Partiya Devayê Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li ser hesabên xwe yên medya civakî êrîşa li dijî Elewiyan şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Elewiyan ragihandin.

Serokê Partiya Devayê Alî Babacan di peyama xwe de got “Ez êrîşên hemwext ên li dijî saziyên Elewî yên li Enqereyê şermezar dikim. Ji hemû Elewiyan re derbasbûnê dixwazim. Divê hemû aliyên êrîşê bên ronîkirin. Em ê bi hev re Tirkiyeyeke ku her kes tê de hemwelatiyên wekhev û birûmet be ava bikin.”


Herwiha Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu diyar kir “Ez êrişên ku di yekem roja rojiya Muharemê de li dijî Cemxane û Komeleyên Elewiyan hatine kirin bi tundî şermezar dikim. Di vê dema ku herî zêde pêwîstiya me bi biratî û lihevhatina civakî heye, ji hemû canan re derbasbûnê dixwazim.”


Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî di derbarê heman mijarê de peyamek parve kir û tê de dibêje “Di vê roja pîroz de ku em derbasî meha Muharremê dibin, ez êrîşa li ser cemxaneyê ya Enqerê bi tundî şermezar dikim û birayên xwe yên Elewî re derbasbûnê dixwazim. Ti hêz nikarê yekîtî û hevgirtina me xirab bike.”

 

 

Rudaw

Top