Li Efrînê fermandeyekî opozîsyona Sûriyê ji aliyê YPGê ve hat îdamkirin
Hêza çekdarî ya bi navê “Xezeba Zeytûnê”, ku nêzîkî YPGê ye, ragihandiye, çekdarên wan duhî li nahiya Raco ya Efrînê fermandeyekî firqeya Hemza ya opozîsyona Sûriyê bi navê Elî El Ehmed girtin.
Di daxuyaniya Xezeba Zeytûnê de hatiye gotin, wî çekdarî di lêpirsînê de daye zanîn ku ew xelkê bajarê Hemayê bûye lê piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, ji bo bicîhanîna fermanên Tirkiyê derbasî Efrînê bûye.
Li gorî agaihyên Xezeba Zeytûnê, piştî ku wî çekdarî li sûcên xwe li dijî kurdan mukir hat, hat îdamkirin.
Basnews
