Fuad Husên behsa peyvendiyên darayî yên Hewlêr û Bexdayê dike!
Li gor beyanameyekî ofîsa wezîrê darayî, ku îro 06.11.2018ê hate belav kirin wezîrê darayî û cîgirê serokwezîrê Iraqê yê karûbarê aborî û darayî Fuad Husên, hewl dide siyaseteke nû bo wezaretê darêjîne.
Fuad Husên ragehandiye ku di yekem civîna wezaretê de pêwîst dîtiye ku Bexda peyvendiyekî baş û aşkera ji aliyê aborî ve li gel Hewlêrê hebe.
Wezîrê darayî yê Iraqê diyar kiriye ku proje yasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2019ê, ‘’Pêwîste li berçav re bê derbas kirin, ku bi awayekî be li gel waqiiyet ango rastiya Iraqê hemaheng be.’’
Duh 05.11.2018ê Fuad Husên wek wezîrê darayî û cîgirê serokwezîrê Iraqê yê karûbarê darayî dest bi kar kir.
