Lêkolînvanekî siyasî: Yan li Iraqê şerê navxwe destpê dike, yan jî planên Sedir dê cîhbicîh bibe
Lêkolînvanekî siyasî amaje bi wê yekê dike ku rewşa Iraqê yan dê ber bi pevçûn û şerê navxwe ve biçe, yan jî dê plan û bernameyên Tevgera Sedir bi rêya xwepêşandanan ve cîhbicîh bibe, ku yek ji armancên wan jî hilweşandina dadgeha federal e.
Lêkolînvanê siyasî Behroz Cehfer di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, li gor ponijandinên ku çêdibin, daxwazên xwepêşanderan di kanalên çapemeniyê yên cuda de belav dibin, herwaha pêwendî û gotûbêj li gel berpirsên ewlehî û siyasî ya Iraqê, ‘’Yan rewşa Bexdayê ber bi pevçûn û şerê navxwe ve diçe, yan jî gav bi gav plan û bernameyên Sedir bi rêya xwepêşanderan ve dê bên cîhbicîh kirin.’’
Herwaha plan û bernameyên Sedir di çend xalan de bi kurtî anî ziman û dibêje:
- Nabe Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina serokomar bicive.
- Divê dadgeha federal bê hilweşandin, ji ber nedestûrî ye.
- Divê parlamento bê hilweşandin û helbijartin li Iraqê bên dubare kirin.
- Kesên ku hatine ceribandin nabe careke din bên ceribandin.
Dawiyê de jî dibêje: ‘’Êdî kes xwe bi pêkanîna hikûmetê ve mijûl nake, ji ber nabe eniyek du kursiyê wê hebe, hikûmetê pêkbîne, eniyek jî 75 kursiyên wê heyî rê jê re neyê dayîn ku hikûmetê pêkbîne.’’
Basnews
