• Monday, 16 February 2026
logo

HDP: 70 hezar xwendekar li Tirkiyê di girtîgehê de ne

Gulan Media November 6, 2018 Nûçe
HDP: 70 hezar xwendekar li Tirkiyê di girtîgehê de ne
HDPê rapora xwe ya derbarê xwandina bilind û kesên ji kar dûrixstî û xwandekarên girtî li Tirkiyê de aşkere kir. Li gor "Rapora Xwendina Bilind" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 7 hezar kes ji kar hatine avêtin û 70 hezar xwendekar jî di girtîgehan de ne.



Endamên Komîsyona Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rapora xwe ya Xwendina Bilind li Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de eşkere kirin.



Endamê Komisyonê û Parlamenterê Dîlokê Mahmut Togrul, ragihand, Saziya Xwendina Bilind ku berhemê rejîma 12ê Îlonê ye bo Tirkiyê bûye kabûsek û got: “Çi desthilatên hatine soz dane ku wê rakin. Lê mixabin heta niha nehatiye rakirin ji ber cihekî girîng e daku desthilatên tên kadroyên xwe lê bicîh bikin.”



Togrul, da zanîn ku piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016ê, zanîngeh bi desthilatê ve hatine girêdan û got: “Heta niha zêdeyî 7 hezar kes ji kar hatine avêtin. Êdî akademîsyen û lêkoler nikarin kar bikin. Xwendekar neçarî beşên navxwe yên cemaetan hatine kirin. Xwendekar dema dixwazin derbarê mijarekê de bên ba hev rûbirûyê gelek astengiyan dibin. Niha 70ê hezar xwendekar di girtîgehan de ne.”

Rudaw
Top