• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Bexdayê Xwepêşandan: Alîgirên Tevgera Sedr ketine Herêma Kesk

Li Bexdayê Xwepêşandan: Alîgirên Tevgera Sedr ketine Herêma Kesk

Li Bexda ya paytexta Iraqê, îro Şemiyê alîgirên Tevgera Sedr li Meydana Tehrîrê dîsa li dijî berbijêrê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kom bûn û dest bi xwepêşandanan kirin û li gor zanyariyan xwepêşanderan dîwarê Herêma Kesk rûxandine û çûne nav.

 

Alîgirên Muqteda #Sedr li #Bexda'yê dest bi xwepêşandanekê kirin.

📸Elî El Lamî/Rûdaw

🔗https://t.co/wYo9q5Vtec pic.twitter.com/FFrUIyyhgw

— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2022
   

2 jê giran 8 kes birîndar bûn

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanan de 2 ji wan giran 8 kes birîndar bûne û dengê teqînan têne bihîstin.

 

Di xwepêşandanên Bexdayê de alîgirekî Tevgera Sedr birîndar bû û dengê çekan bilind bû pic.twitter.com/PNHCMFo527

— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2022
 

Alîgirên Sedr duh deriyên avahiyên partiya Hikme ya bi serokatiya Ammar El-Hekîm ku yek ji rêberên siyasî û olî yên Şîeyan girtin.

Alîgirên Sadr îro destê sibehê li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê kom bûn û ji bo ketina Herêma Kesk dest bi hilweşandina dîwarên betonî kirin.

Berî du rojan alîgirên Tevgera Sedr ji bo xwepêşandana li dijî Sûdanî bi ser Herêma Kesk de girtibûn û çûbûne nav avahiya parlamentoyê.

 

Rudaw

Top