• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî hêviya aştî û aramiyê bo deverê dike

Serok Barzanî hêviya aştî û aramiyê bo deverê dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina sersala Koçî ya 1444an, peyamek arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir û got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im, aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala 1444an a Koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hatina sala nû ya Koçî ji bo hemû aliyek bibe sedema kameranî û bextewerî û xweşiyê û aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.

Her bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

30 yê Zîlhîcceya 1443yan a Koçî

29ê Tîrmeha 2022yan a Zayînî

Top