Wezîrê Perwerdehiyê pîrozbahiya Serokwezîr gihande xwendekarên yekem
Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd pêwendî bi xwendekarên yekem ên Herêma Kurdistanê kir û peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihande wan.
Îşev di demjimêr 20:00ê de bi civîneke çapemeniyê, encamên xula yekem a ezmûnên pola 12 yên amadehiyê yên xwendekarên Herêma Kurdistanê tê ragihandin.
Beriya belavkirina encaman, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd bi rêya telefonê ligel xwendekarên yekem ên ser asta Herêma Kurdistanê axivî û bi navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezareta Perwerdehiyê pîrozbahî li wan kir.
Basnews
