• Monday, 16 February 2026
logo

Nasandina pirtûka "Ji Norwêcê heta Kurdistanê" li Hewlêrê

Gulan Media November 6, 2018 Nûçe
Nasandina pirtûka
Roja Duşembî 5ê Mijdara 2018ê li Hewlêrê pirtûka "Ji Norwêcê heta Kurdistanê", ji belavkiriyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji 455 rûpelan pêktê û Bedredîn Salih ev pirtûk amade kiriye, hate nasandin.



Ev pirtûk çendîn raport û wêneyên geşta rojnamevanê naskirî yê Norwêcî Eagle Ulatî û wênegirê wî Îvarsen a bo Kurdistanê li xwe digire, ku li gel hêzên pêşmerge çûne çiyayên Kurdistanê û behsa berevaniya pêşmerge li xelk û xaka Kurdistanê û herwiha awarebûna xelkê Kurdistanê kirine, ku ji ber êrîşên rejîma wê demê ya Iraqê hatibûne awarekirin.



Amdekarê pirtûkê, Bedredîn Salih di destpêka pirtûkê de amaje bi wê yekê kiriye, ku ev berhem geşta zêdetir ji 5 hezar kilometric ya rojnamevanê naskirî yê Norwêcî Eagle Ulatî û wênegirê wî Ivarsen e ku di sala 1975an de çend heftî pêş şikesta şoreşa Kurd li Başûrê Kurdistanê, hatine Kurdistanê û bo çend rojan li navçeyên di bin desthilatdariya hêzên pêşmerge û şoreşa Îlonê de mane.



Wan rojnamevanên Norwêcî di dema mana xwe de, çendîn wêne û dîmenên vîdeoyî ji çeperên hêzên pêşmerge girtine.

Top